Polîtîka

Civîna ewil ya komîsyona di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da tê avakirin di 5ê Tebaxê da ye

Meriç Ürer  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Civîna ewil ya komîsyona di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da tê avakirin di 5ê Tebaxê da ye

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji bo civîna ewil ya komîsyona di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da tê avakirin, parlamenterên endam ji bo 5ê Tebaxê di saet 11.00an da bicivin, vexwend Meclisê.

Li ser hesabê medyaya civakî ya Meclisê da hat diyarkirin ku Serokê Meclisê Kurtulmuş ji bo civîna ewil ya komîsyona di çarçoveya armanca "Tirkiyeya Bêteror" da tê avakirin, parlamenterên endam ji bo 5ê Tebaxê di saet 11.00an da bicivin, vexwendiye Meclisê.

Di civîna li Salona Merasimê ya Meclisê da wê piştî axaftina Kurtulmuş nûnerên pariyên siyasî nirxandinên xwe bikin.

Di civînê da wê esas û rêgezên xebatên komîsyonê bên destnîşankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın