Polîtîka

Civîna 5emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê qediya

Ahmet Buğra Olaç, Betül Bilsel, Meriç Ürer  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Civîna 5emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê qediya

TBMM

 Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş got: "Nêrînên ku ji hêla kesên ku me vexwendine komîsyonê va hatin ziman, ne nêrîneke hevpar e ku ji hêla komîsyonê va tê pejirandin. Her kes nêrîna xwe tîne ziman."

Civîna 5emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji bo "Tirkiyeya Bêteror" li Meclisê hat avakirin, qediya.

Di rûniştina duyem a civînê da nûnerên Komeleya Piştevaniya Ji Bo Mezluman û Mafên Mirovan (MAZLUMDER), Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çavdêrî, pêşniyaz û fikrên xwe anîn ziman.

Piştî axaftinên nûnerên saziyên civakî yên sivîl yên ku hatine vexwendin, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş axivî û destnîşan kir ku her kesê di civînê da nêrîn û fikrên xwe anîn ziman.

Kurtulmuş wiha got: "Nêrînên ku ji hêla kesên ku me vexwendine komîsyonê va hatin ziman, ne nêrîneke hevpar e ku ji hêla komîsyonê va tê pejirandin. Her kes nêrîna xwe tîne ziman. Heke meriv hemû van axaftinan bi kurtasî bîne ziman, mirov dikare bibêje ku tişta hevpar a mêvanên me yên ku beşdar bûne ew e ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoyê, ev pêvajo pêvajoyeke rast e ku divê baş bi rêva bê birin û divê di nav aştî û biratiyê da bi dawî bibe. Her komekê xwest ku di pêvajoya li dû vê tê da jî ew piştgiriyê bidin. Der barê axaftinên kesên ku berê axivîne da em dîsa neaxivin. Jixwe ev ne li gorî wê nêrînê ye ku me di destpêkê da li ser li hev kiribû. Ew hemû di qeydan de hatin tomarkirin. Ez dixwazim bibêjim ku nêrînên di qeydan da cî digirin ne raya hevpar û fermî ya komîsyonê ne."

Kurtulmuş diyar kir ku mijarên di rojeva komîsyonê da qediyan.

Kurtulmuş daxuyand komîsyon wê civîna xwe ya şeşemîn di 27ê Tebaxê roja çarşemê saet di 11.00an da li heman salonê li dar bixe û di vê civînê da serokên berê yên Meclisê wê bên guhdarkirin.

Kurtulmuş wiha got: "Em ê di 28ê Tebaxê roja pêncşemê saet di 14.00an da jî hiqûqnasên ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê guhdar bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.