Türkan Tosun
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Bînalî Yildirim: "Ray di sandiqê da hatine dizîn, evqas eşkere ye. Rayên me li ser namzedê li hemberî me hatine nivîsandin."
"Em li pey hiqûqê ne, em hewl didin dengên ku welatiyên me dan di sandoqê da neyên xwarin."
"Bi rastî serokê ku dê bajarekî bi qasî memleketekî mezin ê wekî Stenbolê bi rê va bibe, bi hilbijartineke biguman û seqetmayî va were hilbijartin, tiştekî zehf xweş nîne."
"Di hilbijartinê da bi tenê bêrêtî, şaşî, şaîbe û dizîna rayan nehatiye kirin. Hê gelek şaşî hene."
"Ya ku dikeve li ser milê me gişkan bêdeng bendê mayîn e. Ji welatên derva ra şandina peyaman, ji welatên derva xwestina zextê ya li ser Tirkiyeyê, ev tişt bêhna gelê me teng dikin."
"Dawiya sextekariyê tune. Heke di serî da sextekarî hatibe kirin, ev heta dawiyê dewam dike. Ev ne dermanekî tibbî ye. Dizîna îrade û raya gel ne girêdayî demekê ye û dawiya wê jî tune. Ez vê ji Stenboliyan ra dihêlim."
“Li ser mala serokê navçeyê yê MHPyê 6 hilbijêr hatine nivîsîn, haya wî tune. Hela kepazetiyê binêrin."
Bînalî Yildirim (Ekrem Îmamoglu) Heta trîbun û trîbunan digere, meydan û meydanan digere, li bin navê xwe şaredar dinîvîse, bila biaram rûnişta û benda encaman bima."
Namzedê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê Yildirim: "(Çûyîna Îmamoglu ya maçê) Ez rast nabînim. Bi amîgotiyê va serokatî nabe."
"Li Amerîkayê berê biryarên hilbijartinê 8 mehan dewam kir."
"(Îdiaya du wezîr li endamên LBHyê geriyan) Wezîrê Karên Navxweyî der heqê kesên ku ev îdia avêtin holê da gilîdar bû."
"(Serokê Bajêr îstifayê difikire?) Weke hûn dibînin li kêleka min e û ew encaman dinirxînin. Ji bilî vê tiştekî ku bêjim ne di cî da ye."
"Min li gor hilbijartina 2014an ji namzedê AK Partiyê zêdetir rey hilda. Reyên me kêm nînin."