Elif Orhan
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim hat Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê.
Yildirim ji avahiya xwe ya li Aydinliya Tuzlayê derket û ji bo ku encamên hilbijartinê bişopîne di saet 18.38an da gihaşt Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê.
Alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal û Alî Îhsan Yavuz, Serokbajêrê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak û parlementeran li Serokatiya Bajêr pêşwaziya Yildirim kirin.
Di vê navberê da Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî hatin Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê.