Polîtîka

Burhanettin Duranê Serokê Ragihandinê bi têlefonê bi Hemze Mistefayê Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê ra axivî

Semih Erdoğdu  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Burhanettin Duranê Serokê Ragihandinê bi têlefonê bi Hemze Mistefayê Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê ra axivî

Ankara

 Burhanettin Duranê Serokê Ragihandina Serokomariyê bi têlefonê bi Hemze Mistefayê Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê ra axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiyê da geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û têkiliyên dualî hatin axaftin.

Duran di peywendiyê da bal kişand ku têkoşîna wê ya dijî terorê û hewlên wê yên jinûva avedaniyê di serî da, Tirkiye di hemû warên pêwîst da dê piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê bidomîne.

Duran bal kişand ser giringiya cîbicîkirina li qadê ya regeza yek dewlet û yek artêşê û diyar kir ku ew yek dê gelekî bikêrhatî be ku herdu welat li dijî provokasyon, dezenformasyon û manîpulasyonan di nav kordînasyoneke nêzîktir da tevbigerin.

Duranê Serokê Ragihandinê destnîşan kir ku Tirkiye amade ye ku di vî warî da hevkariya xwe xurttir bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın