03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
BAKU
Serokwezîr Binali Yildirim li Bakuya paytextê Azerbaycanê digel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev civiya.
Yildirim piştî civînan digel Eliyev civîneke hevbeşa çapemeniyê li dar xist.
Yildirim destnîşan kir ku parlementoya Almanyayê biryareke nebaş daye û bal kişand ser wê yekê ku pêwîste dîroknas li ser dîrokê biaxivin û wiha got, "Li Parlementoya Almanyayê biryareke nebaş hat dayîn. Binê dereweke dîrokî hate îmzakirin. Hîç wateyeke vî tiştî ji bo me, ji bo gelê tirk tuneye. Tu hukmekî wê tuneye. Ji ber ku em di wê baweriyê da ne ev kar, karê dîroknasan e. Di meseleyeke wiha da ku dîroknas jî li serê li hevdu nakin, herwiha ew mesele ye ku di dadgahên navneteweyî da biryarê cuda jê ra tê dayîn, Parlementoya Almanyayê binê wê biryarê îmza kir. Vî tiştî derbeyeke mezin li peywendiyê Alman-Tirkan da. Em hêvîdar in di demeke kurt da ji vê şaşiyê vegerin."
Serokwezîr Yildirim anî ziman ku rastiyê nabînin û wiha pê da çû, "Di demeke wiha da nedîtina hovîtiya li axa azeriyan bê samîmiyetî ye. Tevkujiya Hocaliyê ku weke şeveke tarî ketiye rûpelê dîrokê, ev welat çima behsa wê nakin, ew jî jenosîd e, ew jî tevkujî ye û ne dûr e jî, hê 100 sal ser ra derbas nebûye. Dîsa li ber çavan e ku standardeke dualî tê ajotin."