Polîtîka

Biden: Bi Serokomar Erdogan re me civîneke erênî û berhemdar lidar xist

Serokê DYAyê Joe Biden derbarê dîdara digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de nirxandina weke "Me civîneke erênî û berhemdar lidar xist" kir.

Dildar Baykan  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Biden: Bi Serokomar Erdogan re me civîneke erênî û berhemdar lidar xist

Washington DC

Serokê DYAyê Joe Biden dîdara digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de nirxand û wiha got, "Me civîneke erênî û berhemdar lidar xist."

Serokê DYAyê Biden li Brukselê beşdarê Lûtkeya NATOyê bû û di vê çarçoveyê de digel Serokomar Erdogan hevdîtinek kir.

Biden piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Biden derbarê dîdara digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de got, "Me civîneke erênî û berhemdar lidar xist. Piraniya civînê bi dualî bû."

Biden herwiha got, "Dê ekîbên me di hevdîtinan de berdewam bin. Ez bawerim dê geşeyeke baş di navbera Tirkiye û DYAyê de çêbibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.