05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê hikûmetê Bekir Bozdag derbarê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got, "Di çarçoveya operasyonê de heta îro seat 13.00an 2795 endamên PKK/KCK/PYD/YPG û DEAŞ ê hatine berterefkirin."
Bozdag li Qesra Çankayayê, dema ku civîna Lijneya Wezîran a bi seroktiya Serokwezîr Bînalî yildirim dewam dikir, ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsan da.
Berdevkê Hikûmetê Bozdag derbarê Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha axivî:
"Bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va heta îro jê 112 gund, 30 cihên krîtîk, bi tevahî 142 herêm hatine kontrolkirin. Di çarçoveya operasyonê de heta îro seat 13.00an 2795 endamên PKK/KCK/PYD/YPG û DEAŞ ê hatine berterefkirin."
- Têkoşîna dijî DEAŞê
Bozdag got, "Heta îro DEAŞa rêxistina terorê li welatê me 20 êrîşên terorî li dar xistine, 310 kesan canê xwe ji dest daye, 967 kes birîndar bûne. Di nava salên 2011-2018 de, li Tirkiyeyê, 4043 terorîstên DEAŞî hatine girtin. 1858 ji wan terorîstan şervanên biyanî ne."
- Plana rêgiriya îstismarê
Alîkarê Serokwezîr Bozdag derbarê komîsyona rê li ber îstismarkirina cinsî ya zarokan digire de got, "Bi vê xebatê va ceza tên zêdekirin, rêlibergirtin zêde dibin. Tevdîrên parastinê û rêlibergirtinê tên xurtkirin, pêşva tên birin û tên berbelavkirin. Mijara ku di nav gel de wek xesandin tê zanîn qanûnî dibe."
- Eskerên Yewnanistanê yên ku sînor derbas kirin
Bozdag wiha axivî, "Di mijara li Tirkiyeyê girtina du eskerên ku ji Yewnanistanê derbasî Tirkiyeyê bûn da ne hikûmeta Yewnanistanê ji Tirkiyeyê daxwaza pevguherînê kiriye ne jî hikûmeta Tirkiyeyê ji Yewnanistanê daxwaza pevguherînê kiriye. Tiştekî wisa tuneye."
- Hilbijartinên 2019an
Bozdag got, "Li Tirkiyeyê kî bibêje ku 'Di sindoqê de hîle tê kirin' bizanibin ku ew têk çûye, li bahaneyan digere. Partiya muxalefeta sereke ji niha ve ji bo hilbijartinên 2019an ya ku têk çûye li bahaneyan digere."