Polîtîka

"Bi kongreyan em ê hêza xwe zêdetir bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li ber me kongreyên belde, navçe û bajaran hene. Peyra jî kongreya me ya mezin heye. Bi hemû kongreyan ra em ê hêza xwe zêde bikin û bi vî awayî xwe ji 2023yan ra amade bikin."

Nihat Kavşut  | 12.08.2019 - Rojanekırın : 13.08.2019
"Bi kongreyan em ê hêza xwe zêdetir bikin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li ber me kongreyên belde, navçe û bajaran hene. Peyra jî kongreya me ya mezin heye. Bi hemû kongreyan ra em ê hêza xwe zêde bikin û bi vî awayî xwe ji 2023yan ra amade bikin."

Ji bona Eyda Qurbanê li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi teşkîlata partiyê ra bernameya eydê hat lidarxistin.

Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Julîde Sarierogluyê surprîz kir û bi têlefonê li Serokomar Erdogan geriya.

Erdogan bi têlefonê beşdarî eydana li AK Partiyê bû û eyda teşkîlata partiyê pîroz û bimbarek kir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir dibe ku hin kes cudakariyê bikin û di nav kampanyayên curbecur da cî bigirin û wiha got. "Lê divê neyê jibîrkirin eyd rojên wisa ne ku di nav me da yekîtî û hevkarî zehf zêde dibe. Em ê nehêlin ku xwîşk û biratiya me xera bibe û em ê xwîşk û biratiya xwe zexim bikin û bidomînin."

Erdogan diyar kir li ber wan kongreyên belde, navçe û bajaran hene û wiha axivî: "Peyra jî kongreya me ya mezin heye. Bi hemû kongreyan ra em ê hêza xwe zêde bikin û bi vî awayî xwe ji 2023yan ra amade bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.