Polîtîka

Bernameya Eyda Remezanê ya serokên partiyan diyar bû

Alper Şaşmaz  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 19.03.2026
Bernameya Eyda Remezanê ya serokên partiyan diyar bû

Ankara

ALPER ŞAŞMAZ - Tirkiye ji bo pêşwazîkirina Eyda Remezanê amade dibe.

Bernameya eydê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serokên giştî yên partiyên siyasî eşkere bû.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê dan hev, Serokomar Erdogan wê eyda xwe li Rîzeyê derbas bike.

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş wê li Stenbolê, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz jî wê li Enqereyê be.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel wê eyda xwe li Manîsaya welatê xwe bi malbata xwe ra derbas bike, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî seranserê Eyda Remezanê li Enqereyê be. Bahçelî wê roja ewil biçe ser qebra Serokê Giştî yê avakarê MHPyê Alparslan Turkeş ziyaret bike, paşê wê bi endamên Weqfa Perwerde û Çandê ya Ulku Ocaklari ra bicive.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî wê di eydê da ji bo bernameyên Cejna Newrozê yên partiya xwe li Stenbol, Diyarbekir û Wanê bin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî wê di eydê da li Batmanê be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.