Polîtîka

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî bertek nîşanî parvekirina Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê da

Mehmet Şah Yılmaz  | 22.03.2024 - Rojanekırın : 23.03.2024
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî bertek nîşanî parvekirina Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê da

Ankara

 Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê Oncu Keçelî der barê parvekirina Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê ya li ser platforma medyaya civakî got, "Di dîrokê da yekemîn car e raya giştî ya cîhanê, bê sebir li hêviyê ye ku rayedarên Îsraîlî li pêşiya edaletê hesab bidin."

Berdevk Keçelî ji bo parvekirina Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê bersiveke nîvîskî da.

Keçelî anî ziman ku rayedarên Îsraîlî, ji roja pêşî ya ku axa Filistînê dagir kirine û vir va, hewleke mezin didin ku sûcên li hember Filistîniyan kirine veşartî bimînin û dixwazin ji xwe ra zirxekî parêzbendiyê biafirînin.

Keçelî destnîşan kir ku ji ber ku hemî rastiyan rasterast diqîre, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji xwe kirine hedef û wiha pê da çû:

"Sûcên ku di 6 mehên dawîn da Îsraîlê li Xezeyê kirin, êdî ketiye rewşeke wisa ku nayê veşartin û Îsraîl bi kirina cînosaydê tê darizandin. Di dîrokê da yekemîn car e raya giştî ya cîhanê, bê sebir li hêviyê ye ku rayedarên Îsraîlî li pêşiya edaletê hesab bidin.

Ewê Tirkiye di rastbêjiyê da berdewam be û ewê berdewamî zordestiya mezin a ku li hember gelê Filistînê tê kirin heta hetayê rêxe rojevê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.