Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Gelek bermahiyên fealiyeta jenosîdê didomin

Zehra Tekeci Eser  | 09.02.2026 - Rojanekırın : 10.02.2026
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Gelek bermahiyên fealiyeta jenosîdê didomin

Ankara

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelik wiha got, "Ji Sûdanê heya Somalî û Qiloçê Afrîkayê, ji Şerê Rûsya-Ukraynayê heya fealiyetên dijî jenosîda li Xezeyê, niha di demekê da ya ku kêlên dinyayê ji hev vedibin, yekane welatê ku çarçoveyeke diyar derdixe pêş û li gorî wê fealiyetê dimeşîne Tirkiye ye û yekane lîder Brêz Serokomarê me ye."

Çelik der heqê civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MYK) ya AK Partiyê da ya ku bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Çelik destnîşan kir ku hem di polîtîkaya navxweyî û hem jî di ya derva da rojev qelebalix e. Çelik her wiha qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê jî bi bîr anîn.

Çelik di axaftina xwe da qala trafîqa dîplomasiyê ya Serokomar Erdogan kir û ziyareta Serokomar Erdogan a Erebistana Siûdî û Misirê bi bîr anî û wiha got, "Piştî van ziyareta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û her wiha Etiyopyayê heye, ziyareta Qralê Urdinê û vê hefteyê jî ziyareta Serokwezîrê Yûnanistanê heye. Ji Sûdanê heya Somalî û Qiloçê Afrîkayê, ji Şerê Rûsya-Ukraynayê heya fealiyetên dijî jenosîda li Xezeyê, niha di demekê da ya ku kêlên dinyayê ji hev vedibin, yekane welatê ku çarçoveyeke diyar derdixe pêş û li gorî wê fealiyetê dimeşîne Tirkiye ye û yekane lîder Brêz Serokomarê me ye."

Çelik bal kişand ji nîşaneyên herî mezin ên bêregeziya pergalê, cotstandardiya li Xezeyê ye û wiha dewam kir:

"Regezên ku Rojava di Şerê Rûsya-Ukraynayê da da bibîrxistin, jê yek jî li hemberî jenosîda li Xezeyê neanî ziman û ev jî ji pêngavên herî mezin ên wî tiştî ye ku em jê ra dibêjin serdema nediyariyê. Li Xezeyê hê jî alîkariyên mirovî nehatine asta ku pêwîst e û gelek bermahiyên fealiyeta jenosîdê didomin. Agirbest hê jî ne qewî ye. Lê têkoşîna me ya ji bo Xezeyê dê bênavber bidome."

Çelik her wiha got ku polîtîkayên Îsraîlê yên bêîstiqrariyê û derxistina kaosê berdewam in û di vê çarçoveyê da pirsgirêk didomin û li dijî vê jî ew têkoşîna xwe didomînin.

Çelik bal kişand ku xebatên biwarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror bênavber berdewam in û wiha dewam kir:

"Me ev mijar dîsa kir rojevê. Helbet ji aliyekî va teşegirtin û domkirina Tirkiyeya bêteror û herêma bêteror a li gorî rêgezên me destnîşan kirine, berdewam e. Di vê babetê da mumkin e ku dezenformasyon, helwestên maksîmalîst, vegotinên zêdegavî yên ji sînorê çarçoveyê derdikevin, hin nêrînên xelet û vegotinên nijadperest ên armanca fesxkirin û çekdanîna rêxistina terorê şêlû dikin, hebin. Lê bersiva ji bo van li cihê ku pêwîst dike, tê dayîn. Lê em ê ji armanca xwe bi dûr nekevin. Em ê destûr nedin ku manîpulasyon û provokasyon me ji rêya me bidin vegerandin."

Çelik her wiha got ku Serokomar Erdogan dema li ser mijara Sûriyeyê rawestiya, giringî da îstiqrara li Sûriyeyê û her wiha regeza yek milet û yek artêş û wiha dewam kir, "Got ku bi berterefbûna fealiyetên rêxistina terorê ya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê va pêvajoya Tirkiyeya bêteror û herêma bêteror ji astengekê xilas bû û di serdema pêş me da Sûriye dê bi awayekî yekbûyî û di çarçoveya destkeftiyên hevbeş ên Ereb, Kurd û Tirkmenan da di rêya xwe da berdewam be."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın