Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Armanca bingehîn ew e ku rêxistina terorê PKK tevî hemû şaxên xwe bê fesixkirin

"Armanca bingehîn ew e ku rêxistina terorê PKK tevî hemû şaxên xwe, ango HSDya li Sûriyeyê, PJAKa li Îranê, sazûmaniyên îllegal ên îdeolojîk û fînansî yên li Ewropayê, bê fesixkirin"

Betül Bilsel  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Armanca bingehîn ew e ku rêxistina terorê PKK tevî hemû şaxên xwe bê fesixkirin

Ankara

 Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelik wiha got, "Armanca bingehîn ew e ku rêxistina terorê PKK tevî hemû şaxên xwe, ango HSDya li Sûriyeyê, PJAKa li Îranê, sazûmaniyên îllegal ên îdeolojîk û fînansî yên li Ewropayê, bê fesixkirin."

Çelik der heqê Civîna Lijneya Biryar û Rêvebiriya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê da ya ku bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda giştî ya partiyê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Çelik destnîşan kir ku di civîna îro da wan tevahiya salê nirxand û her wisa Serokomar Erdogan jî nirxandineke berfireh a salê kir.

Çelik got ku sêmehan dest pê kir û her wiha sêmehên ku wesîleya rehmet û mexfiretê ye, li hemû bawermendan pîroz kir.

Çelik bal kişand ku sal hindik maye kuta bibe û li Meclisê di çarçoveya "Tirkiyeya Bêteror" da Komîsyon xebatên xwe didomîne û pêngaveke giring temam kir û wiha dewam kir:

"Di vê qonaxê da êdî ji hêla partiyên siyasî rapor hatine nivîsîn û radestkirin. Bi vê wesîleyê va em spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Meclisa me Brêz Numan Kurtulmuş û hevalên me yên parlamenter ên beşdarî Komîsyonê bûn û ev pêvajo kemiland, dikin."

Çelik bal kişand ku ji hêla Îtifaqa Cumhurê ew îrade hat nîşandan ku ji bo ku Tirkiye û herêm bigihêjin rojên bêteror pêwîst e û wiha dewam kir, "Heta niha nexşerê dixebite. Helbet di vir da hin hefteyan mirov metroyekê rê diçe, hin hefteyan jî mirov di carekê da deh kîlometreyî rê diçe. Rîtmeke van karan tuneye ku mirov dê pêşdatir wek matematîkî nav lê ke. Ya giring ew e ku çerx bizivire û pêvajo bimeşe."

Çelik bal kişand ku pêvajo dê wê yekê jî hêsan bike ku pêşniyazên Komîsyonê veguherin pêvajoya hiqûqî û wiha pê da çû:

"Di vir da xala ku mifte ye, domandina wê pêvajoyê ye ku mijara fesxê ji retorîkê wêdatir, dirûvekî fîîlî wergire, çek bên danîn, bên şewitandin û bên radestkirin. Helbet ev, bi pêvajoya ku em jê ra dibêjin herêma bêteror ra jî eleqedar e. Armanca bingehîn ew e ku rêxistina terorê PKK tevî hemû şaxên xwe, ango HSDya li Sûriyeyê, PJAKa li Îranê, sazûmaniyên îllegal ên îdeolojîk û fînansî yên li Ewropayê, bê fesixkirin. Helbet bi bihurîna demê ra vê terorê li ser demokrasiya me stres çêkiriye û li ser dewleta me ya hiqûqê tansiyona mezin pêk aniye.

Ku teror ji rojevê derkeve, îro der heqê van mijaran da jî gelek mijarên ku ji hêla asta hiqûqî û siyasî tên nîqaşkirin dê ji bin vê stresê û tansiyonê derkevin û dê bi awayekî hîn zelaltir û aramtir bên gotûbêjkirin. Me di rapora xwe da jî destnîşan kir, em ê li dor rêgeza yek welat, yek gel, yek dewlet, yek ala xwedî li biratî û hevrabûna xwe ya ebedî derkevin û em ê di çarçoveya rêgezên hemwelatiyê da ber bi paşerojê bimeşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.