Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Çelîk: "Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror du têgehên wisa ne ku hev temam dikin û ji hev naqetin"

Zehra Tekeci Eser  | 26.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: "Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror du têgehên wisa ne ku hev temam dikin û ji hev naqetin"

Ankara

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk got, "Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror du têgehên wisa ne ku ketine nava hev, girêdayî hev in, hev temam dikin û ji hev naqetin. Nabe ku Tirkiyeya Bêteror ji herêma bêteror ji hev bê qetandin, têgeha herêma bêteror ji têgeha Tirkiyeya Bêteror naqete."

Piştî ku bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civîna Lijneya Biryar û Rêvebirina Navendî (MKYK) hat kirin, Çelîk li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Çelîk diyar kir ku di civînê da li ser polîtîkaya navxweyî û dereke nirxandinên berfireh hatin kirin, rewşa dawî ya Xeze û Sûriyeyê hatin rojevê, wezaretan pêşkêşiyên xwe kirin û xebatên Meclisê hatin nirxandin.

Çelîk destnîşan kir ku ew girîngiyeke taybet didin mijara Sûriyeyê û wiha got, "Helwesteke dijî Yek Sûriye û yek artêşê hem ji aliyê Tirkiyeyê va pirsgirêka ewlehiya neteweyî û tehdîd e hem jî ji aliyê Sûriyeyê va pirsgirêka ewlehiya neteweyî û tehdîd e."

Omer Çelîk li ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror jî sekinî û wiha got, "Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror du têgehên wisa ne ku ketine nava hev, girêdayî hev in û ji hev naqetin. Nabe ku Tirkiyeya Bêteror ji herêma bêteror ji hev bê qetandin, têgeha herêma bêteror ji têgeha Tirkiyeya Bêteror naqete. Ev pêvajo di eslê xwe da cardin nîşan dide ku têgehên Tirkiyeya Bêteror û herêma bêtetor çiqas di wextê xwe da ye, rast e û di serdemeke ku dinya tê ra derbas dibe da çiqas gaveke stratejîk e."

Omer Çelîk li ser têkoşîna terorê sekinî û wiha got, "Divê li Sûriyeyê têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê bê navber dewam bike" û wiha dewam kir, "Bi heman awayî kîjan rêxistina terorê dibe bila bibe û kîjan navî li xwe dike bila bike, divê tu rêxistineke terorê li vê derê tunebe. Di çarçoveya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror da divê PKK bi hemû şax, niçik û şaxên xwe yên îlegal va xwe fesix bike û çekê dayne."

Çelîk li ser biryarnameya ku Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara weşand û mafên Kurdan temîn dike jî sekinî û wiha dewam kir, "Dema meriv biryarnameyê tam dixwîne, dibîne ku Kurdên Sûriyeyê perçeyekî jêneger ên Sûriyeyê ne, biryarname bi awayekî zelal ziman û çanda (Kurdan) temîn dike."

Omer Çelîk destnîşan kir, şaş e ku destkeftiyên rêxistinên terorê wekî destkeftiyên komeke nîjadî pêşkêş bike û wiha dewam kir, "Hinek dertên û hevokeke bi nexweşî ya wekî 'HSD Kurdan temsîl dike' dibêje, ferqa vê û ya gotina bi nexweşî ya ku 'DEAŞ Ereban temsîl dike', tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.