Polîtîka

Berdevka DEM Partiyê Dogan "Em çaverê ne hevdîtina digel Serokomar Erdogan di van rojên pêşiya me da bê lidarxistin"

İsmet Karakaş  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Berdevka DEM Partiyê Dogan "Em çaverê ne hevdîtina digel Serokomar Erdogan di van rojên pêşiya me da bê lidarxistin"

Ankara

 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, "Teqwîma hevdîtina me ya digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hê diyar nîn e, lêbelê em çaverê ne di rojên pêşiya me da bê lidarxistin."

Doganê di civîna çapemeniyê ya ku li navenda giştî ya partiyê li dar xist da rojev nirxand.

Doganê bibîr xist ku wan bang kiriye ku di warê armanca "Tirkiyeya Bêteror" da li Parlementoyê komîsyonek bê avakirin û got, "Mitabeqet heye ku him di partiyên siyasî da û him jî di civakê da komîsyon bê avakirin. Divê komîsyon ava bibe, em weke DEM Partiyê vê giring dibînin. Me gotibû, di vê mijarê da reşnûska me amade ye, roja duşembê, her wekî ku partiyên din jî kir, emê vê reşnûskê pêşkêş bikin."

Doganê diyar kir ku ew înisiyatîfsitandina Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş a di vî warî da gelekî giring dibînin û got, "Ev hemî bi giştî destnîşana kodengiyê dikin."

Doganê tekezî kir ku dixwazin çek bê danîn û wiha pê da çû:

"Tişta ku em behsa wê dikin, jiyana mirovan e. Me hemiyan bi hevra, bi çavê xwe dît ku gelekî giring e çek bi temamî ji dewrê bên derxistin û ji bo vê hemî mekanîzmayên pêwîst bêyî dereng hiştin bê çalakkirin û zemîneke hiqûqî jê ra bê çêkirin. Ji bo ku ya baştir çêbibe, bi awayekî baştir pêş bikeve, encamder be û bibe mayinde, em vê carê dibêjin; bi teqez pêdivê ev hemû nîqaş li ser hîmên qewîn ava bibin û li ser zemîneke qewîn bên rûniştandin. Mebesta me ji zemîna qewîn gelekî eşkere ye; zemîna hiqûqî. Mebesta me ji cî jî gelekî eşkere ye; em behsa wê yekê dikin ku mirov di nava demokrasiyê da bikaribin bi azadî fikrên xwe bînin ziman."

Doganê diyar kir ku ew giring dibînin ku ew komîsyona di rojeva Parlementoyê da, bi qanûnê were damezrandin û pêdiviya vê yekê jî bi mitabeqetê heye û got, "Werin em aşitiyê jî, civaka demokratîk jî pêkva înşa bikin."

Doganê derbarê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên partiyan wan dgot, "Teqwîma hevdîtina me ya digel Serokomar Erdogan hê diyar nîn e, lêbelê em çaverê ne di rojên pêşiya me da bê lidarxistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.