Polîtîka

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan: "(Rapora ku wê ji komîsyonê derkeve) Deriyekî dîrokî vebû"

Abdullah Özkul  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan: "(Rapora ku wê ji komîsyonê derkeve) Deriyekî dîrokî vebû" Özge Elif Kızıl

Ankara

 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê der barê xebatên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî ê Demokrasiyê da got, "Deriyekî dîrokî vebû. Ev derî bi raporeke hevpar va dikare bi temamî were vekirin û bi vî awayî heyameke nû wê bi awayekî berbiçav bi hiqûq û edaletê dest pê bike."

Doganê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê da li ser rojevê axivî.

Doganê diyar kir, xebatên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê êdî li ber kutabûnê ye, bendewariya raya giştî ji komîsyonê ew e ku raporeke hevpar a ku li ser lihevkirin çêbûye, ji komîsyonê derkeve.

Doganê wiha dewam kir:

"Em di merhaleya rapora dawîn da dixwazin wekî DEM Partiyê vê 'rêjeya zêrîn' bibînin. Yanî heke rûmeta Kurdan, serbilindiya Tirkan rêjeyeke zêrîn be, divê ev rêjeya zêrîn mohra xwe li rapora dawîn bide. Bendewariya me, tişta em dixwazin bibînin, tam jî ev yek e. Performansa girtinê ya ku li komîsyonê tê jî divê li gorî vê be. Deriyekî dîrokî vebû. Ev derî bi raporeke hevpar va dikare bi temamî were vekirin û bi vî awayî heyameke nû wê bi awayekî berbiçav bi hiqûq û edaletê dest pê bike. Bendewarî û pêdiviya hevpar a civakê jî hiqûq û edalet e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.