Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Yilmaz bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Ebû Qesra ra hevdîtin kir
Damascus
Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Tumgeneral Merhef Ebû Qesra ra li meqama wî hevdîtin kir.
Li ser hesabê medyaya civakî yê Balyozxaneya Şamê hat daxuyandin ku hevdîtin li Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê çêbû, mijarên ewlehiyê û têkiliyên eskerî yên dualî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da hatin axaftin.
Her du aliyan anîn ziman ku têkiliya heyî divê pêşva bê birin.
Balyoz Yilmaz destnîşan kir ku Tirkiye her tim wê bi biryarî li cem Sûriyeyê be.
Tê payîn ku feydeya hevdîtinê bigîhêje xurtkirina ewlehî û parastinê ya di navbera her du welatan da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
