Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack ji AAyê ra axivî
Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack got, "Li Xezeyê di demeke nêz da agirbest pêkan e."

Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack ji AAyê ra axivî:
— (Tengavkirinên F35 û CAATSAyê) Li gorî min Serok Trump û Serokomar Erdogan; wê ji Wezîr Rubio û Wezîrê Karên Derva Fîdan ra bêjin ‘kuta bikin, rêya wê bibînin’; heta dawiya salê çareserî pêkan e.
— Ji ber ku du pêşengên me (Serok Trump-Serokomar Erdogan) yên ku baweriya wan bi hev du heye, firsendeke newaze heye.
— Cara ewil ji dêvla ku Amerîka û Tirkiye tenê bibin şirîkên hev ên parastinê, teahudeke wan a ku ‘em bibin şirîkên hev ên ku radibin ser piyan’ heye.
— Pergala milet, di dewra Osmaniyan da jiyana hevpar a komên cuda pêk anî; îro jî ji dêvla pevçûnê pêdivî bi diyalogeke nû heye.
— Li Xezeyê di demeke nêz da agirbest pêkan e.
— Divê Îsraîl ji nû va were pênasekirin, vê gavê di pêvajoya pênasekirina jinûva da ye. Mifteya vê rêyê Tirkiye ye.
— Li Sûriyeyê mixatab tenê rêvebiriya Şamê ye.
— Divê SDG entegreyî Sûriyeya nû bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.