Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Guney bi Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê ra axivî
Arbil
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê di çarçoveya têkiliyan da bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.
Di hevdîtina Barzanî û Balyoz Guney da Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay û Berpirsê Daîreya Têkîliyên Derva yê HKIyê Sefîn Dîzayî jî cî girtin.
Guney di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê da wê bi Wezîrê Komên Olî û Nijadî yên HKIyê û Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Marûf ra jî hevdîtinê bike.