Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê der barê gotinên namzediyê yên Serokomar Erdogan da daxuyanî da
"Rastiyeke dîrok û heyatê ye ku hewcedariya Tirkiyeyê bi birêz Recep Tayyîp Erdogan heye ku nexşerêya sedsala nû ya Tirkiyeyê û gelê Tirk xêz dike"
Ankara
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Rastiyeke dîrok û heyatê ye ku hewcedariya Tirkiyeyê bi birêz Recep Tayyîp Erdogan heye ku nexşerêya sedsala nû ya Tirkiyeyê û gelê Tirk xêz dike."
Bahçelî der barê gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên di vegera Macaristanê da yên wekî "Derdekî min ê wekî namzediya ji nû va tune" daxuyaniya nivîskî da.
Bahçelî da zanîn ku hê gelek xizmetên ku dê Serokomar Erdogan bike hene û wiha axivî:
"Paşdaketina dîrokê bi hilweşînê ra wekî hev e. Gotina ""Derdekî min ê wekî namzediya ji nû va tune" ya ku Birêz Serokomarê me di vegera ziyareta xwe ya Macaristanê da got ji bo me daxuyaniyeke adil û bi heqaniyet nîne. Rastiyeke dîrok û heyatê ye ku hewcedariya Tirkiyeyê bi birêz Recep Tayyîp Erdogan heye ku nexşerêya sedsala nû ya Tirkiyeyê û gelê Tirk xêz dike."
Bahçelî destnîşan kir ku di "Tirkiyeya Bêteror" da hê gelek merhaleyên divê bên çareserkirin hene û nêrîna "Serokomarê ku derdê wî welat û gel e, heqê wî tuneye ku dev ji rêya xwe berde. Rewşeke wiha bi şertên îro û bi şertên dinyayê û geşedanên herêmî û kurewî ra li hev nake." parve kir.
