"Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin"
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."
Istanbul
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."
"AK Partî ne tenê 18 salên dawîn yên Tirkiyeyê înşellah wê salên dûr û dirêj bibe partiya pêşeroja Tirkiyeyê."
"Em wek kadroyên ku bi seferê ra mukellef in em bi dildarî xebitîn û Xwedê gelek serkeftinan kir nesîbê me. Înşellah wê ji niha û pê da jî bidome."
Serokomar Erdogan: "Bi Îtifaqa Cumhur ra em hê pêşva herin, hê xizmetê bikin û hê projeyên mezin çêkin."
"Di têkoşîna Tirkiyeyê da ku ji diplomasiyê bigire heya aboriyê di gelek eniyan da dimeşîne em ê kesên ku avê dikişînin aşê dijberên me û di her firsendê da li cem biyaniyan welatê xwe gilî dikin tu wextî ji bîr nekin."
"Her kesên ku aqil û wijdana wan heye dibînin ku ji ewlehiyê bigire heya diplomasiyê Tirkiye ji ku derê hatiye ku derê."
"Tirkiyeya ku ji bêbextî, êrîş û dafikan xilas bûye îro li herêma xwe û dinyayê hatiye rewşeke wisa ku hevsengê diyar dike."
"Înşellah heya hilbijartinên 2023yan wek teşkîlatên partiyê, wek hikûmet û wek koma meclisê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin û careke din bi rûyekî pak û dilekî rehet serkeftî derkevin."
"Kesên ku heta niha sozên wan ew e ku Tirkiyeyê bibin 18 sal berê em ê cewaba xwe bi vîzyonên xwe bidin wan."
"Emê li ser rêya xwe bimeşin, karê xwe binêrin û hewl bidin armancên ku me dabûn li ber xwe pêk bînin."
"Kesên ku heta niha sozên wan ew e ku Tirkiyeyê bibin 18 sal berê em ê cewaba xwe bi vîzyonên xwe bidin wan."
"Kesên ku nikarin der barê avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar da gotinekê bibêjin çav berdane serkeftinên me ku ev nîşaneya bêkêrî, bêçaretî û tiraliya wan e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.