Polîtîka

Alîkarê Serokomar Yilmaz heyeta Êzdiyan qebûl kir

Harun Kutbe  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Alîkarê Serokomar Yilmaz heyeta Êzdiyan qebûl kir

Ankara

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Karên Derva Zafer Sarikaya, Parlamenterê AK Partiyê yê Batmanê Ferhat Nasiroglu, Parlamenterê Bingolê yê AK Partiyp Zekî Korkutata, Şaredarê Mîdyatê Veysel Şahîn û heyeta Êzdiyan a bi wan ra qebûl kir.

Yilmaz ji ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê da parvekirinek kir û ev gotin:

"Me bi heyeta di bin serokatiya Serokê Karên Derva yê AK Partiyê Zafer Sarikaya ra nûnerên civaka Êzdî ya ku ji Ewropayê hat li Kuliyeya Serokomariyê ezimand. Birayên me yên Êzdî yên ku ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê ne, xwedî çandeke dewlemend û kevnar in parçeyeke girîng a çanda me ya hevpar a bi hezaran salan û îradeya bi hev ra jiyanê ne. Em ê li ser bingeha biratiyê bi nêrîneke ku azadiya baweriyê esas digire, entegrasyona civakî xurt dike ra ji bo ku herêma me ji hêla aborî û çandî va hê bêtir pêş bikeve dê îstişareyên xwe yên bi hemû aliyên civaka xwe ra bidomînin. Ez di serî da Orhan Onatê Serokê Komîteya Yekîtî û Bihevrabûna Êzdiyan ji ber ziyareta wan nazik spasiya hemû mêvanên me yên biqîmet dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.