Alîkarê Serokomar Yilmaz: "Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê tesîreke erênî li ser pêvajoya li Tirkiyeyê kir"
Ankara
ANKARA (AA) - Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê da got, "Em dikarin bêjin ku tesîreke erênî li ser pêvajoya li Tirkiyeyê kir. Bi taybetî tesîra wê ya erênî li ser pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' çêbû. Piştgirî da ku pêvajo bi lez û beztir bimeşe."
Yilmaz li Kanal 7ê beşdarî bernameya Kulîsa Paytextê bû û li ser rojevê axivî û pirs bersivandin.
Yilmaz li ser pirsa pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" wiha got:
"Vîzyona Serokomarê me yê Rêzdar a 'Sedsala Tirkiyeyê wê bibe sedsala hizûr û biratiyê' bingeha vî karî ye. Di vê pêvajoyê da gotinên Birêz Devlet Bahçelî yên ku ezber xerab kirin, bangewaziya ku avakarê rêxistinê ji bo rêxistinê got 'xwe fesix bikin' û qebûlkirina rêxistinê di nava gav û qonaxên pir girîng da cih girtin. Vê gavê li Meclisê komîsyoneke berfireh dixebite. Ji bilî komekê hemû partiyên ku li Meclisê komên wan hene û komên wan tunene, beşdar in. Bi hişekî hevpar pêvajo hate astekê. Di demeke nêz da muhtemelen raporek wê derkeve. Di qonaxeke din da jî di çarçoveya rapora hevpar da wê gav werin avêtin."
Cevdet Yilmaz li ser pirsa geşedanên dawî yên li Sûriyeyê tesîreke çawa li pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" kir jî wiha bersivand:
"Em dikarin bêjin ku tesîreke erênî li ser pêvajoya li Tirkiyeyê kir. Bi taybetî tesîra wê ya erênî li ser pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' çêbû. Piştgirî da ku pêvajo bi lez û beztir bimeşe. Ji ber vê yekê di heyama pêş da li Sûriyeyê bi xurtbûna îstiqrara ku hemû unsûr tê da ne va li Tirkiyeyê jî wê atmosfereke erênîtir derkeve holê. Ji ber vê yekê ez vê wekî geşedaneke erênî dibînim. Ji aliyê pêvajoya li Tirkiyeyê va jî geşedaneke erênî ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
