Polîtîka

Alîkarê Serokomar Yilmaz, Balyozê Amerîkayê Barrack qebûl kir

Harun Kutbe  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 16.01.2026
Alîkarê Serokomar Yilmaz, Balyozê Amerîkayê Barrack qebûl kir

Ankara

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack û heyeta pê ra qebûl kir.

Yilmaz li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê hevdîtina ku li Kuliyeya Serokomariyê pêk hat da daxuyanî da û wiha got:

"Me bi Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Birêz Tom Barrack ra li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtin kir û em li ser zêdetir xurtkirina têkiliyên me yên dualî û di qadên berbiçav da zêdekirina tevkariya me sekinin. Her wiha di hevdîtina me da xurtkirina têkiliyên me yên aborî û bazirganî, sanayiya parastinê û tengavkirinên CAATSAyê di serî da em berfirehî li ser mijarên rojeva xwe sekinîn.

Her wiha di çarçoveya geşedanên dawîn ên li Îran û Sûriyeyê û merhaleya duyemîn a plana aştiyê ya Xezeyê da me der barê mijarên herêmî û kurewî da fikra xwe ji hev ra got. Ji bo piştgiriyên wî yên çêker û îradeya wî ya xurtkirina tevkariya navbera welatên me ez spasiya Birêz Barrack dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.