BRUKSEL
Parlementera Serbixwe ya Diyarbakirê Leyla Zanayê destnîşan kir ku di dîroka komara Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan heta niha gavên herî girîng AK Partiyê avêtin.
Li Parlementoya Ewropayê (PE) 10emîn Konferansa YE, Tirkiye û Kurdan hat lidarxistin. Leyla Zana jî di konferansê de xeber da û got: "Dema ku li qala aştiya di navbera Tirk û Kurdan de tê kirin, Tirkiye dibe 'komara fikar û tirsê'. Ji aliyekî ve hin kes çareseriyê dixwazin lê li aliyê din hin kes jî dixwazin ku ev yek neyê çareserkirin. AK Partiya ku di hilbijartinan de bi ser dikeve û ev sê heyame bi tena serê xwe dibe hikûmet her çiqas kêm, hêdî û sist be jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê tirs gavên girîng diavêje û guftûgoyan bi rê ve dibe."
Zanayê got: "AK Partiyê wekî hikûmetên berê nekir û ji bo hevdîtinên aştiyê ewilî li ser mijara muxatabiyê sekinî. Bi tevgera azadiya kurd û Îmraliyê re hevdîtinên hevdem kirin û ev jî ji bo pêşerojê hêviyên mirov zêde dike."
-Bi pêvajoya çareseriyê ve li Tirkiyeyê gelek tişt guherîn.
Zanayê bal kişand ser ji hev fehm kirinên ku di dema pêvajoyê çareseriyê de çêbûne û wiha got: "Gelek mijarên pirsgirêka kurd li benda çareseriyêne. Lazime ku destûreke bingehîn a demokratîk bikeve rewacê. Girtiyên nexweş divê demildest serbest bên berdan. Ji bo Qanûna Têkoşîna bi Terorê re jî guhertin lazim e. Komkujiya Roboskiyê divê bê zelal kirin. Pergala perwerdehiyê ji nijadperestiyê bê paqijkirin û ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî bi awayekî fermî bikeve rewacê. Ji bo kesên ku aştiyê tînin divê wekhevî hebe."
Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak di mijara kurdan de li ser berpirsiyariyên Ewropayê sekinî û diyar kir ku Ewropa di dîrokê de ji ber trajediyên ku hatine serê kurdan xwediyê hin berpirsiyariyan e û lazime ku di pêvajoya çareseriyê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.
-Di amadehiyên çêkirina destûra bingehîn de encamek derneket
Kişanakê vê yekê bibîr xist û got: "Komîsyona Lihevkirina AK Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan, bo dewleteke hiqûqî û parastina mafên bingehîn tu pêşniyarek neanî û ji ber vê yekê lihevkirin çênebû.
Kişanakê diyar kir ku pêşnûmaya destûra bingehîn a ku ji aliyê wan de hatiye amade kirin tam li gor hedefên Tirkiyeyê ye.
Endamên EPyê yên çepgir jî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestin ku bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.