Polîtîka

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "(Tirkiyeya Bêteror) Li van çiyayan wê êdî tirs, mirin, gule, bombe tunebe"

Serokê TBMMyê Kurtulmuş: "(Tirkiyeya Bêteror) Li van çiyayan wê êdî tirs, mirin, gule, bombe tunebe; wê kilamên biratî, yekîtî û bihevrabûnê bên gotin."

Gazi Nogay, Ahmet Buğra Olaç  | 19.05.2025 - Rojanekırın : 19.05.2025
 Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "(Tirkiyeya Bêteror) Li van çiyayan wê êdî tirs, mirin, gule, bombe tunebe"

Şırnak

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got, "Li van çiyayan wê êdî tirs, mirin, gule, bombe tunebe; wê kilamên biratî, yekîtî û bihevrabûnê bên gotin."

Serokê TBMMyê Kurtulmuş li qada veberhênana neftê ya li Çiyayê Gabarê axivî.

Kurtulmuş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş û gelek parlementer beşdarî bernameya ku li Bîra Keşfê ya Ewil a Şehîd Esma Çevîk-1ê ya li Çiyayê Gabarê hat kirin, bûn.

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş ku bi minasebeta 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê li Çiyayê Gabarê ye, der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got, "Li van çiyayan wê êdî tirs, mirin, gule, bombe tunebe; wê kilamên biratî, yekîtî û bihevrabûnê bên gotin. Êdî tu ewladekî vî welatî wê dernekeve serê çiyan, di heman demê da tu ewladek wê di şerê li dijî terorê da şehîd nebe. Em ê hemî bi hev du ra yekîtî, biratî û bihevrabûnê pêk bînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.