Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump ra bi telefonê axivî
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump da têkiliyên dualî, geşedanên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye geşedanên li Sûriyeyê ji nêz va dişopîne û yekîtî, hevrabûn û yekparçetiya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê girîng e.
Di axaftinê da şerê li dijî DEAŞê û rewşa endamên DEAŞê yên di girtîgehên Sûriyeyê da jî hatin nîqaşkirin.
Erdogan got Sûriyeyeke bi hemû hêmanên xwe va pêşketî ya ku ji terorê hatiye rizgarkirin û aram wê ji bo aramiya herêmê jî baş be.
Erdogan diyar kir ku hewlên ji bo avakirina aştiyê ên li Xezeyê dewam dikin, Tirkiye di vê mijarê da wê bi Amerîkayê ra tevbigere û ji bo vexwendina Lijneya Aştiyê ya Xezeyê jî spasiya Trump kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî der barê mijarê da diyar kir ku wî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra "axaftineke pir baş" kiriye.
Trump dema ku ji Qesra Spî derket ku here beşdarî Foruma Aboriyê ya Dinyayê ya li Davosê bibe, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Dema ku ji Trump hat pirsîn ku axaftina wî ya bi Serokomar Erdogan ra çawa derbas bû, wî wiha got: "axaftineke pir baş bû."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
