20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî civîna Lijneya Wezîran dest bi daxuyaniyê kir.Serokomar Erdogan: "Gelê me bi awayekî biryardar xwedî li welêt û vîna xwe derket, hember vê yekê çek, tank, firoke û balafirên derbexwazan jî kêrî tiştekî nehatiye. Gelê me hember terorîstên ku cil û bergên eskeran li xwe kiribûn bi helwesta xwe ya serbilind xwedî li welat û dahatuya xwe derketin û seranserê şevê destanên qehremaniyê nivîsand."
"Seranserê 3 mehan rewşa derasayî hat îlankirin"
Seroomar Erdogan herwiha da zanîn ji bo ku rêxistina terorê ya ku teşebûsa derbeyê kir bi hemû hêmanên xwe û bi lez û bez bê berterefkirin li gor madeya 120emîn a destûra bingehîn seranserê 3 mehan rewşa derasayî hat îlankirin."246 mirovên mesûm hatin kuştin û hezar û 536 welatî birîndar bûn"Serokomar Erdogan: "Di encama gulebarana kesên ku teşebûsa derbeyê kirin ji welatiyên me yên sivîl, polêsên me û eskerên me heta niha 246 mirovên mesûm mirin û hezar û 536 welatiyên me yên mesûm birîndar bûne."
"Gel destanên qehremaniyê nivîsand"
Serokomar Erdogan: "Gelê me bi awayekî biryardar xwedî li welêt û vîna xwe derket, hember vê yekê çek, tank, firoke û balafirên derbexwazan jî kêrî tiştekî nehatiye. Gelê me hember terorîstên ku cil û bergên eskeran li xwe kiribûn bi helwesta xwe ya serbilind xwedî li welat û dahatuya xwe derketin û seranserê şevê destanên qehremaniyê nivîsand."
"Ez pîrozbahiyê li wan rêveberên piştgirên dewletê dikim"
Serokomar Erdogan: "Di serî de kesên ku li avahiyên Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a Enqereyê, Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê peywirdar in digel ku di bin êrîşên giran ên kesên ku teşebûsa derbeyê kirin de man kêliyek tenê bêyî ku bikevin nav dudiliyê reviyan ser peywirên xwe, fedakariyên polêsên me yên ku têkoşîn kirin ser her teqdîr ra ye."