14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "(Der barê hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da) Di vê civînê da me ev yek careke din dît ku têkoşîna bi terorê ra li Tirkiyeyê meseleyeke di ser siyasetê da ye, fikrên me partiyên me dibe ku ji hev cihê bin lê di têkoşîna dijî terorê da biryardariya CHP û ya MHPê û ya AK Partiyê dewam dike."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "Ev civîn ji bo ku em bersiveke baş bidin gelê xwe hat kirin. Partiyên siyasî ji bo têkoşîna terorê biryareke teqez û têkoşîneke bêmerhemet dixwazin."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu: "Birêz Serokwezîr der barê bûyerên terorî yên qewimîn da agahî da me, ji bo vê em jê ra spas dikin. Li ser meseleya têkoşîna dijî terorê da me wisa lihevkir ku divê em hemû partî bi hev ra tevbigerin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "(Der barê hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da) Me nirxandinên berfireh kirin. Der heqê xebatên tên kirin da û der heqê mijarên Sûriye, Iraq û welatên din da bi birêz serokên giştî ra parve kir. Me li fikr û ramanên wan guhdar kir. Pêşniyarên wan ji bo me hebûn me ew nivîsîn. Me civîneke gelek bi kêr kir."