Wezîr Fîdan wê li Îngiltereyê beşdarî civîna li ser Ukraynayê bibe
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan wê sibe li Londona paytexta Îngiltereyê beşdarî civîna li ser mijara Ukraynayê bibe.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat sitandin, Wezîr Fîdan sibe weke nûnerê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ewê Londonê beşdarî civîna bi mijara Ukraynayê bibe.
Wezîr Fîdan di civînê da ewê tevî raya Trump a li ser mizakerayan, li ser mijarên der barê şerê Rûsya-Ukraynayê da danûstana fikrê bike. Her wiha di civînê da li ser piştevaniyên ku Tirkiye dikare pêşkêşî pêvajoyê bike bên sekinîn û wê tekezî li hewlên Tirkiyeyê ji bo dawîlêanîna şerê Rûsya-Ukraynayê bi awayekî adilane û mayinde, teyîda Tirkiyeyê li ser yekparçeyiya axa Ukraynayê, wê bê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
