Tirkiyeyê êrîşa terorê ya DEAŞê ya li Sûriyeyê şermezar kir
Ankara
Wezareta Karên Derva êrîşa terorê ya milîtanekî DEAŞê ya li dijî hêzên Sûriye û Amerîkayê ya li Sûriyeyê şermezar kir.
Wezaretê der barê êrîşa terorê ya li Sûriyeyê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em êrîşa terorê ya ku li dijî hêzên Sûriye û Amerîkayê yên ku li nêzî Palmîraya bajarê Sûriyeyê dewriye digeriyan çêbû (13ê Çileya Pêşîn da), şermezar dikin."
Di peyamê da ji bo malbata kesên ku di êrîşê da mirine, ji bo hikûmetên Sûriye û Amerîkayê yên ku hevkarên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê ne sersaxî hat xwestin.
Hat gotin ew ê piştgiriyê bidin hewldanên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya li welêt û têkoşîna li dijî terorê.
Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku 2 eskerên Amerîkî û welatiyekî Amerîkayê di êrîşa çekdarî ya ku ji hêla milîtanekî DEAŞê va li Sûriyeyê pêk hat da, hatin kuştin.
