Polîtîka

Serokomar Erdogan dîplomasiya xwe ya têlefonê ya ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê didomîne

Di axaftinê da rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê da, têkiliyên dualî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin. Serokomar Erdogan bi telefonê digel Mîrê Qeterê Al Sanî ra axivî.

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 17.06.2025 - Rojanekırın : 18.06.2025
Serokomar Erdogan dîplomasiya xwe ya têlefonê ya ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê didomîne

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî axivî.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Al Sanî peywendiyeke telefonê encam dan.

Li gorî daxuyaniyê di peywendiya telefonê da li ser pevçûna di navbera Îsraîl û Iranê da, têkiliyên dualî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di peywendiyê da anî ziman ku di pêvajoya pevçûna ku bi êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê destpê kir da, bi awayekî çir temasên dîplomatîk encam dide û ewê hewlên xwe yên ji bo dawilêanîna tundiyê bidomîne.

Serokomar Erdogan herwiha diyar kir ku Netahyahû careke din xwe nîşan da ku ji bo herêmê tehdîda herî mezin e.

Erdogan tekezî kir ku ewê derfet neye dayîn ku êrîşên Îsraîlê qeyrana mirovî ya li Xezeyê û qirkirna li wêderê di bin siya xwe da bihêlin. Herwiha ewê îzin neyê dayin ku ew pêşhat Sûriyeyê jî bigirin navxwe.

Ji aliyeki din, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) Şêx Mihemed bîn Zayîd Al Nahyan ra bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat parvekirin, di axaftinê da rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê da, têkiliyên dualî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir, tundiya ku bi êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê va dest pê kir ji bo ewlehiya hemû herêmê talûke ye, tehemûla herêmê ji şerekî nû ra tuneye û ew hewl didin ku pevçûn bi rêya hevdîtinên dîplomasiyê dawî bibin.

Erdogan anî ziman rêya çareserkirina lihevnekirina nukleerê ya bi Îranê ra vegera ser maseya mizakereyan e.

Serokomar Erdogan got nijadkujiya li Xezeyê divê di bin siya rewşa heyî da nemîne, wekî din Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat jî wê bi gefa dagirkirinê ra rû bi rû bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.