Serokomar Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Serokwezîrê Senegalê Sonko kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî pêşwazî li Ousmane Sonkoyê Serokwezîrê Senegalê kir.
Siwariyan li kolana li pêş Kuliyeya Serokomariyê wesayîta meqamê ya Ousmane Sonko pêşwazî kirin û heta ber deriyê protokolê bi wesayîtê ra çûn.
Serokomar Erdogan li ber daketina kuliyeyê pêşwazî li Sonko kir. Piştî ku Erdogan û Sonko hatin cihên xwe yên li qada merasimê bandoyê sirûdên neteweyî yên herdu welatan lê xist.
Di merasimê da alayên sembola 16 dewletên Tirkan ên di dîrokê da hatine avakirin û eskeran jî cî girt, 21 top hatin avêtin.
Serokwezîrê Senegalê Sonko got ku "Merheba esker" û silav da Qiteya Merasima Lîawaya Mihafizan. Serokomar Erdogan û Sonko heyetên xwe teqdîmê hev kirin.
Serokomar Erdogan û Sonko li merdîwenan li ber alayên Tirkiye û Senegalê destê hev şidandin û wêne kişandin.
Erdogan û Sonko hevdîtina rû bi rû dikin, paşê dê derbasî hevdîtina di navbera heyetan da bin.
Piştî hevdîtinan Serokomar Erdogan û Sonko dê beşdarî merasima îmzekirina peymanan û civîna çapemeniyê ya hevpar bibin. Erdogan dê ji bo Sonko şîva fermî bide.
Di merasimê da Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar, , Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Hakki Susmaz, Alîkarê Wezîrê Karên Derva Zekî Levent Gumrukçu, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî cî girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
