Serokomar Erdogan bi Mîrê Kuweytê es-Sabah ra civiya
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Mîrê Kuweytê Şêx Meşal el-Cabir es-Sabah ra civiya û têkiliyên dualî yên Tirkiye û Kuweytê û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê serdana Serokomar Erdogan ya li Kuweytê da daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku Erdogan û es-Sabah di civînê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Kuweytê û her wiha mijarên herêmî û kurewî gotûbêj kirine.
Li gor agahiyan di hevdîtinê da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku parastina agirbesta li Xezeyê ku bi zehmetî hatiye bidestxistin, pir girîng e.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde çareseriyeke dudewletî şert e û girîng e ku alema Îslamê weke her carê di vê mijarê da helwesteke hevpar nîşan bide.
Li gor agahiyan di hevdîtinê da Serokomar Erdogan diyar kir ku ew dixwazin bi dewletên Ereban yên bira ra di avakirina pêşerojeke geş da ji bo gelê Sûriyeyê bi hev ra bimeşin.
