
Der barê lêgerîna ku li avahiya HDPyê ya navçeya Salihliyê hat kirin de 3 birêvebirên partiyê hatin binçavkirin.
Ekîbên polêsan danê sibê li avahiya teşkîlata navçeyê ya HDPyê ya li xana kar ya li navenda navçeyê lêgerîn kiribû û dest danîbû ser hin ewraqan. Di çarçoveya operasyonê de 3 birêvebirên partiyê bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê" dikin bi destê ekîbên polêsan hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku piştî îfadeyên wan dê bersûcan sewqî dadgehê bikin.
Li ser îxbarekê bi telîmata dozgeriyê li avahiya teşkîlata navçeyê ya HDPyê ya Salihliyê lêgerîn hatibû kirin û dest danîbûn ser hin belgeyan.