Zekeriya Yapicioglu cardin wekî Serokê Giştî yê HUDA PARê hat hilbijartin

Ankara
Zekeriya Yapicioglu cardin ji bo serokatiya giştî ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) hat hilbijartin.
Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê bi duruşmeya "Pergala Adil, Parvekirina Heqîqî" li Navenda Kongre û Çandê ya Bakurê Enqereyê hat kirin.
Di kongreyê da piştî hilbijartina serokatiya dîwanê, Serokê Giştî yê mewcûd Zekeriya Yapicioglu li ser teklîfa ku hat kirin, cardin wekî namzed hat nîşandan.
Di kongreyê da tenê Yapicioglu namzed hat nîşandan.
Yapicioglu spasiya endamên partiyê û vexwendiyên ku beşdarî kongreyê bûn, kir.
Yapicioglu bal kişand ser êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê û diyar kir ku "Siyonîzma wehşî" 9 meh in li Xezeyê Misilmanan qetil dike, li Xezeyê wehşeteke "postmodern" heye, siyonîzm terorîzma herî mezin a esrê ye û wiha dewam kir:
"Li Filistînê, bi taybetî li Xezeyê tişta ku diqewime, terorîzmeke kurewî ye û gelek pêkhateyên wê hene. Siyonîst şaxa çekdar a vê pêkhateya kurewî ye. Hinekan ji bo vê wehşetê di nava pergala kurewî da cih çêkir, hinekan piştgiriya personelan dan, hinek pere didin, hinek çekan didin. Siyonîstan pala xwe daye wan û li ber çavên me nîjadkujiyê dikin."
Yapicioglu destnîşan kir, terora kurewî tenê bi piştevaniyeke kurewî wê were berterefkirin û bangî hemû Misilman û mirovahiyê kir ku li hemberî vê pêkhateya terora kurewî bêdeng nemînin.
Yapicioglu li ser qanûneke bingehîn a nû sekinî û diyar kir, di mijara qanûna bingehîn a nû da ew jî ji roja ewil pê va xîret dikin, di vê mijarê da girîngiyê didin xîreta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş.
Yapicioglu di mijara qanûna bingehîn a nû da bangî hemû aliyan kir û wiha got:
"Werin em qanûna xwe ya bingehîn bixwe çêkin, em qanûna xwe ya bingehîn ji bo pêdiviyên miletê xwe çêkin. Bira ew qanûna bingehîn beriya her tiştî bibe qanûna me ya bingehîn. Bira li gor baweriya me, pêdiviyên me, fikarên me, daxwazên me û armancên me be. Bira tesîra dereke li ser tunebe, em xwe tê da bibînin. Bira bibe qanûneke bingehîn a sivîl, adil û hemû welêt hembêz bibe."
Yapicioglu diyar kir ku meseleya Kurdan jî rasterast bi meseleya qanûna bingehîn ra eleqedar e, li Tirkiyeyê her ku qanûnên bingehîn diguherin, meseleya Kurdan jî ew qas kûr dibe.
Yapicioglu daxuyand, çareserkirina meseleya Kurdan wê Tirkiyeyê mezin bike û xurt bike û wiha dewam kir:
"Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî sereke dibînin û li gor baweriya me divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê werin rakirin.
Piştî axaftina Yapicioglu hilbijartin hat kirin. Di hilbijartinê da ji 641 delegeyan 640 delegeyî dengê xwe da Yapicioglu û Yapicioglu cardin ji bo serokatiya giştî ya HUDA PARê hat hilbijartin. Dengek jî nederbasdar hat hesabkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.