Wezîr Hakan Fîdan peyama ku dê tu carî neyê qebûlkirin ku Îsral Xezeyiyan ji axa wan sirgûn bike da

Ankara
Wezîrê Karên Derva hakan Fîdan bi Serokê Meclisa Şewrê ya Hemasê Mihemed Derwêş ra hevdîtin kir kir û diyar kir ku pêngavên Îsraîlê yên ji bo ku Xezeyiyan ji axa wan sirgûn bike û Şerîaya Rojava îlhaq bike dê tu carî neyên qebûlkirin.
Li gor agahiya ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin hildan Wezîr Fîdan bi heyeta Hemasê ya bin serokatiya Derwêş ra li Stenbolê hevdîtin kir.
Heyeta Hemasê bal kişand ku alîkariyên însanî yên destûr tê dayîn ku bikevin Xezeyê têrî hewcehiyan nake û Îsraîl di mizakereyên agirbestê da helwesteke nelihevker nîşan dide.
Wezîr Fîdan jî got ku Îsraîl gelê mehkûmê birçîbûnê dike û polîtîkaya komkujiyê didomîne û ev helwest nîşan dide ku hikûmeta Binyamîn Netanyahu di mijara pêkanîna agirbestê da di nav helwesteke cidî da nîne.
Wezîr Fîdan destnîşan kir ku Îsraîl mizakereyên agirbestê dirêj dike û hedef dike ku berxwedana gelê Xezeyê bikşîne, zorê bide wan ku welatê xwe biterikînin û da zanîn ku pêngavên Îsraîlê yên ji bo ku Xezeyiyan ji axa wan sirgûn bike û Şerîaya Rojava îlhaq bike dê tu carî neyên qebûlkirin.
Fîdan diyar kir ku Tirkiye piştgirî dide ku mizakere dewam bikin û piştgiriya raya giştî ya dinyayê ya ji bo Filistîniyan zêde dibe û got ku di encama pêkûtiya rayên giştî da her ku diçe bêtir welat dewleta Filistînê nas dikin û Îsraîl her ku diçe tenê dimîne.
Fîdan destnîşan kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya bo doza Filistînê dê bi awayekî herî xurt dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.