Polîtîka

Wezîr Fîdan bi têlefonê bi rayedarên Îran, Misir, YE, Amerîka, Qeter, Erebistana Siûdî, Iraq û Pakistanê ra axivî

Can Efesoy  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Wezîr Fîdan bi têlefonê bi rayedarên Îran, Misir, YE, Amerîka, Qeter, Erebistana Siûdî, Iraq û Pakistanê ra axivî

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Muhemmed bîn Ebdurrehman El Sanî, Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Feysel bîn Ferhan û rayedarên Pakistanî ra bi telefonê axivî.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatine wergirtin, Fîdan bi El Sanî, Bîn Ferhan û rayedarên Pakistanî ra li ser "hewldanên ji bo bidawîanîna şer" axiviye.

- Wezîrê Karên Derva Fîdan bi têlefonê bi rayedarên Îran, Misir, YE û Amerîkayê ra axivî

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derva yê Misrê Bedir Ebdulatî,, Nûnera Bilind ya Karûbarên Derva û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û rayedarên Amerîkayê ra bi telefonê axivî.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatine wergirtin, Fîdan bi Eraqçî, Ebdulatî, Kallas û rayedarên Amerîkayê ra li ser "gavên rawestandina şer" axiviye.

- Wezîr Fîdan bi hevtayê xwe yê Iraqê Huseyîn ra bi têlefonê axivî

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi têlefonê bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fûad Huseyîn ra li ser geşedanên dawî yên li herêmê bi têlefonê axivî.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Fîdan der barê geşedanên dawî yên li herêmê da dîplomasiya têlefonê dike.

Di vê çarçoveyê da Wezîr Fîdan bi hevtayê xwe yê Iraqî Huseyîn ra bi têlefonê axivî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.