Polîtîka

Wezîr Fîdan bi heyeta Hemasê ra hevdîtin kir

Sümeyye Dilara Dinçer  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Wezîr Fîdan bi heyeta Hemasê ra hevdîtin kir

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi heyeta Hemasê ya ku Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xelîl Hayye serokê wê bû ra li Enqereyê hevdîtin kir.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Wezîr Fîdan di hevdîtina ku bi heyeta Hemasê ra kir da li ser geşedanên merhaleya duyem a Plana Aştiyê ya Xezeyê, rewşa însanî ya li Xezeyê û mijarên din ên herêmî sekinî.

Lijneya Aştiyê di serî da Fîdan der barê fealiyetên dîplomatîk ên ku Tirkiye seba parastina mafên Xezeyiyan dimeşîne da agahî da.

Wezîr Fîdan diyar kir, ji bo ku alîkariya însanî bigihêje Xezeyê, Tirkiye wê hewildanên xwe bi biryardarî bidomîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.