Wezîr Fîdan bi Derwêşê Serokê Meclisa Şewrê ya Hemasê û endamên Buroya Siyasî ra hevdîtin kir

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Serokê Meclisa Şewrê ya Hemasê û endamên Buroya Siyasî yên Hemasê ra hevdîtin kir û hewldanên pêkanîna agirbestê guftûgo kirin.
Li gor çavkaniyên Wezareta Karên Derva Fîdan bi Derwêş û heyeta pê ra li Enqereyê hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da hewldanên ji bo pêkanîna agirbesta li Xezeyê hat guftûgokirin.
Di hevdîtinê da bal hat kişandin ku Îsraîl nahêle ku alîkariya mirovî bikeve Xezeyê û dixwaze ku gelê Filistînê mehkûmê birçîbûnê bike û hat ragihandin ji bo ku alîkariya mirovî bigihêje herêmê divê civaka navneteweyî gelekî hewl bide.
Di hevdîtinê da hat destnîşankirin ku pêkan nîne ku hewldanên ji bo ku Filistîniyan ji warên wan biavêjin bên qebûlkirin.
Di hevdîtinê da rewşa li Şerîaya Rojava jî hat nirxandin û bal hat kişandin pêngavên ku Îsraîl ji bo ku dagirkeriyê mayînde bike diavêje gihaştiye asteke wisa ku êdî aştiya herêmî tehdîd dike.
Di hevdîtinê da her wiha hewldanên pêkanîna lihevkirina di navbera komên Filistînê da jî hat axaftin.
Fîdan behsa girîngiya pêkanîna yekîtiya di navbera komên Filistînê da kir û da zanîn Tirkiye amade ye ku piştgiriyê bide van hewldanan.