Polîtîka

Wezîr Fîdan: "Armanca me ew e ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da em Îranê ji mueyîdeyan rizgar bikin"

Gökhan Çeliker, Can Efesoy  | 30.11.2025 - Rojanekırın : 30.11.2025
Wezîr Fîdan: "Armanca me ew e ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da em Îranê ji mueyîdeyan rizgar bikin"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: "Armanca me ew e ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da em bi çareserkirina pirsgirêkê va Îranê ji mueyîdeyan rizgar bikin, entegrasyona herêmî hem di warê aboriyê û hem jî di warên din da bi lez û bez dewam bike."

Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Tehranê ya bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ra da axivî.

Wezîr Fîdan daxuyand ew cara 4emîn e ku hatiye Îranê, ji bilî vê gelek caran bi Wezîr Eraqçî ra di qada navneteweyî da hatiye bal hev û ji ber hevkariyê spasiya wî kir.

Fîdan daxuyand ku ew li ser têkiliyên Tirkiye û Îranê, bazirganî û vejenê, zêdekirina deriyên sînor ên di navbera herdu welatan da axivîne û wiha got: "Divê em hejmara deriyên sînor zêde bikin. Divê em deriyên sînor bêtir bibandor bikin. Îran û Tirkiye xwedî nifûs û aboriyeke mezin e û her du civak nêzîkî hevdu ye."

Wezîr Fîdan anî ziman ku her sal bi hezaran Îranî ji bo geştê tên Tirkiyeyê û divê hin xebatên berbiçav bên kirin.

Ji ber ku Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî anî ziman di demeke nêzîk da Konsolxaneya Îranê ya li Wanê wê vebe, li ser vê agahiyê Fîdan wiha got: "Em bi çar çavan li benda vekirina serkonsolxaneya li Wanê ne. Min soz da hevkarê xwe yê rêzdar ku heke ew were, ez ê jî herim wir û em ê bi hev ra vekin."

Fîdan diyar kir ku bi serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Tehranê ya dahatuyê va, Civîna 9emîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê (YDÎK) wê li Îranê bê lidarxistin.

Wezîr Fîdan anî ziman ku di mizakereyên der barê nukleerê da Tirkiye her tim piştgiriyê dide Îranê û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da em bi çareserkirina pirsgirêkê va Îranê ji mueyîdeyan rizgar bikin, entegrasyona herêmî hem di warê aboriyê û hem jî di warên din da bi lez û bez dewam bike."

Fîdan daxuyand ew li ser mijara Filistîn, agirbesta li Xezeyê, êrîşên Îsraîlê, Efxanistan, Pakistan, Sûriye û Libnanê da jî axivîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.