Polîtîka

Wezîr Fîdan û Guler bi Serokê MÎTê Kalin ra îro Sûriyeyê ziyaret dikin

Gökhan Çeliker  | 22.12.2025 - Rojanekırın : 22.12.2025
Wezîr Fîdan û Guler bi Serokê MÎTê Kalin ra îro Sûriyeyê ziyaret dikin

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin îro Şama paytextê Sûriyeyê ziyaret dikin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, heyet wê bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara û rayedarên Sûriyeyî ra hevdîtinê bikin.

Di hevdîtinan da piştî salvegera yekemîn a têkçûna rejima Beşşar Esed têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên saleke dawîn û pêvajoya sepandina Mitabaqata 10ê Adarê ku seba ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê girîng e, wê werin nirxandin.

Her wiha di ziyaretê da rîskên ewlehiyê yên ku ji ber êrîşkariya Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê rû dane, tevkariya ji bo pêşîlêgirtina rêxistina terorê DEAŞa ku cardin dilive, projeyên seba avakirina jinûva ya Sûriyeyê wê werin guftûgokirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Nuh Yilmazê ku wekî Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê hat tayînkirin jî wê ji bo ziyaretê biçe Şamê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın