Polîtîka

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya bi hemtayê xwe yê Sûriyeyî Xetab ra hat cem hev

Muhammed Nuri Erdoğan  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 05.08.2025
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya bi hemtayê xwe yê Sûriyeyî Xetab ra hat cem hev

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Xetab ra hat cem hev.

Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê hevdîtina li Wezareta Karên Navxweyî da wiha got:

"Me bi Birêz Wezîr ra qada ewlekariyê di serî da li ser mijarên wekî derfetên hevkariyê, dabînkirina piştgiriya pêwîst a bo Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê, parvekirina tecrubeyan, lidarxistina bernameyên perwerdeya lezkirî, vegera Sûriyeyên ku li welatê me di bin parastina demkî da ne, nirxandin pêk anîn. Ez ji ber ziyareta wan, sipasiya birêz hemtayê xwe û heyeta wî ya biqîmet dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.