Polîtîka

Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê îstiqrara Sûriyeyiyan tehdîd dike

Ahmet Karaahmet  | 15.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê îstiqrara Sûriyeyiyan tehdîd dike

İdlib

Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên dijî welatê wî îstiqrarî tehdîd dikin.

Şeybanî di Konferansa Ewlejiyê ya Munihê ya ku li Almanyayê tê lidarxistin da der barê rojevê da nirxandin kirin.

Şeybanî bi bîr xist ku bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ra duh li Munîhû hevdîtin kir û got ku hevdîtin baş derbas bû.

Şeybanî got ku piştî hilweşîna rejima Esed digel hin midaxeleyên derva yên hewl didin ku li Sûriyeyê şerê navxweyî derxînin jî ev teşebûs vala derxistin û karîn ku wê pêvajoyê hel bikin û tu kêmneteweyên li welêt wekî dijmin nabînin.

Şeybanî destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê îstiqrara Sûriyeyê tehdîd dike û got ku "Piştî 8ê kanûna 2024an pê va dijî Sûriyeyê ji 1000î zêdetir êrîşên asîmanî hatin kirin, ji Sûriyeya başûr axên nû hatin dagirkirin, hin mirov hatin girtin û ji 500î zêdetir herekatên bejayê hatin kirin. "

Şeybanî got ku Sûriye dijî Îsrîalê helwesteke rasteqîn nîşan dide û dêhna xwe daye mijara ji nû va avakirinû û got ku "Sûriye dixwaze ku Sûriyeyiyan bîne bal hev û di rêya pêşketinê da pêş bikeve. Ev polîtîka dibe ku xweşê Îsraîlê neçûbe ji ber ku Îsraîl bi pevçûnên li herêmê ra eleqedar dibe."

Şeybanî got ku "Mizakere divê bi vî awayî bi encam bibe; Îsraîl divê ji herêmên ku piştî 8ê kanûnê ketiyê vekişe, midaxeleyî karên navxweyî ya Sûriyeyê nele û dev ji îxlalkirina sehaya asîmanî berde"

Wezîr Şeybanî got ku divê hember desthilatdariya Sûriyeyê rêz bê girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.