Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ra li ser rewşa li Xezeyê axivî

Emirhan Demir  | 18.05.2025 - Rojanekırın : 19.05.2025
Wezîrê Karên Derva Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ra li ser rewşa li Xezeyê axivî

Ankara

Di peywendiya Wezîrê Karên Derva Marco Rubio û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya bi têlefonê da rewşa dawîn a li Xezeyê hat axaftin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat ragihandin ku Rubio bi têlefonê bi Netanyahu ra axivî.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Rubio û Netanyahu li ser rewşa li Xezeyê û her wiha mijara dîlan rawestiyan.

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 53 hezar û 272yan, ya birîndaran jî derket 120 hezar û 673yan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın