Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan: "Li Îranê pêldaneke ku encama 'guherîna rejimê' jê derkeve, vê gavê naxuyê"

Gökhan Çeliker, Muhammet Tarhan, Sümeyye Dilara Dinçer  | 03.03.2026 - Rojanekırın : 03.03.2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan: "Li Îranê pêldaneke ku encama 'guherîna rejimê' jê derkeve, vê gavê naxuyê"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, êrîşên Amerîka-Îsraîlê û bersivdayîna Îranê û her wiha geşedanên pêvajoyê nirxandin.

Wezîr Fidan bi nûnerên saziyên çapemeniyê ra di fitarê da hat cem hev û wek sernav ev nirxandin kirin:

- Senaryoya herî neyînî ew e ku pevçûn gur bibin û dorhêleke bêîstiqrariyê derxe holê ku tevî Îranê hemû herêmê bikişîne nav xwe.

- Îsraîl û Amerîka dê bixwazin ku Îranê têxin dirûvekî ku ji bo paşerojê jî nebe tehdîd

- Di nav gelê Îranê da pêldaneke ku encama "guherîna rejimê" jê derkeve, vê gavê naxuyê.

- Hedefa wî (Netanyahu) ya guhertina rejimê heye.

- (Îtifaqên rêxistinî li dijî rêveberiya Îranê) Ev dê bi rejimê ra çiqas şer bikin, bi etnîsîteyên din ên li herêma xwe ra dê çiqas şer bikin, dê çi bibe, hedefa wan çi ye, ji ku dê çi derkeve, em van hemûyan dişopînin û analîz dikin.

- Girtina Tengava Hurmuzê dê di piyaseyên kurewî yên fînans û vejenê da bibe sedema pêldanên mezin. Ev jî dibe ku wê yekê li ser Amerîkayê ferz bike ku di kurtedemekê da encamê bistîne.

- Astengkirina herikîna xaza siruştî ya ji Îranê an jî di îtxalata vejenê ya ji welatên Kendavê da astengiyek, dibe di asteke cihanî da ji bo ewlehiya vejenê bibe xetereyeke girîng.

- (Îran) niha bi bombebarankirina hedefên vejenê yên li Kendavê va dibe sedema maliyetê. Bi rastî, em ê bibînin ka evê çiqas dewam bike û çi bibe.

- Ez ji dervayî mijara Îranê diaxivim, Tirkiye dikare her gav xwe biparêze. Ji bo vê jî em xwedî îrade û qabiliyetê ne.

- Niha Îran welatiyên xwe ji sînor derbas nake. Îran niha destûrê nade. Ji ber vê yekê, niha kes ji Îranê nayê li welatê me.

- Pirsgirêka herêma bêteror mijareke ku hinekî Sûriye, Iraq û Îranê eleqedar dike. Di hevkêşeya li van herêman da, heta ku rêxistin bi xwe îradeya xwe nîşan nede, li Tirkiyeya Bêteror da ne pêkan e ku hin gav werin avêtin.

- (Der barê yekbûna hin komên Kurd ên li Îranê da) "Em ji nêz va dişopînin ka wê tevgerek çêbibe yan na. Em dibînin ku komên Kurd ên bi tevgerên cuda dicivin, îtifaqê ava dikin û daxuyaniyên hevbeş didin. Bêguman, em vana ji nêz va dişopînin. Em dişopînin û analîz dikin ka ew ê çiqas li dijî rejimê şer bikin, ew ê çiqas li dijî nijadên din ên li deverên ku lê ne şer bikin, wê çi bibe, armancên wan çi ne û wê ji vê yekê çi derkeve holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.