Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan wê serdana Iraqê bike
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan wê sibê serdana Iraqê bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatine wergirtin, Fîdan di 10ê Cotmeha 2025an da li Enqereyê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derva Fuad Huseyîn û Wezîrê Çavkaniyên Avê Awn Diyab Ebdullah ezimandiye.
Di serdana Fîdan ya ji bo Iraqê da ku sê hefte piştî serdana Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Huseyîn pêk tê, wê têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî yên heyî werin gotûbêjkirin.
Herwiha tê payîn ku Fîdan di vê serdana xwe da bi rayedarên payebilind yên Iraqê ra jî hevdîtinên dualî bike.
Wezîrê Karên Derva Fîdan herî dawî di 26ê Çileya 2025an da serdana Bexdayê kiribû.
