Wezîrê Karên Derva Fidan dê Qeterê ziyaret bike
Ankara
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan dê Qeterê ziyaret bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku Wezîr Fidan dê îro Qeterê ziyaret bike.
Fidan duh beşdarî civîna ku bi mazûvaniya Erebistana Siûdî li paytext Riyadê li ser geşedanên dawîn ên li herêmê hatibû lidarxistin, bûbû.
Wezîr Fidan di civîna çapemeniyê ya hevbeş da ya ku 17ê Adarê bi Anita Ananda Wezîra Karên Derva ya Kanadayê ra li dar xistibû wiha gotibû, "Ji bo gotûbêjkirina gavên ku seba rawestandina şer dikarin bên avêtin, van nêzîkan ziyareteke min a herêmê dê çêbe. Ji sibê û pê va ez derdikevim ziyareta herêmê. Em ê bi welatên herêmê ra bên cem hev."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
