Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Yek ji aktorê herî mezin yê rewşa tarî ya li Suweydayê Îsraîl e"

Ekip  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Yek ji aktorê herî mezin yê rewşa tarî ya li Suweydayê Îsraîl e"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê bûyerên li Suweydayâ bajarê Sûriyeyê da got ji aktorê herî mezin yê rewşa tarî ya li Suweydayê Îsraîl e.

Fîdan li Wezareta Karên Derva bi Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastina Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbarata Sûriyeyê Huseyîn es-Seleme ra hat cem hev.

Wezîrê Karên Derva Fîdan û Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî di pey ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Fîdan der barê bûyerên li Suweydayâ bajarê Sûriyeyê da got ji aktorê herî mezin yê rewşa tarî ya li Suweydayê Îsraîl e.

Wezîrê Karên Derva Fîdan diyar kir divê Sûriyeya nû bibe Sûriyeyeke wisa ku hemû gel, bawerî û çand bên parastin û bi hev ra bijîn û got ku Tirkiye telkînên xwe yên di vî warî da dike.

Fîdan diyar kir li Sûriyeyê êdî geşedanên ku nikarin tolere bikin diqewimin û wiha got, "Em dibînin ku endamên rêxistinê ji Sûriyeyê derneketine. Bila wisa nefikirin ku em wan nabînin û haya me jê tuneye. Ez bang li YPGyê dikim ku bila bi terorîstên ku ji çar aliyê dinyayê kom kirine, rewşa xwe biguherînin û ji bo herêm û Tirkiyeyê nebin gef û talûke."

Wezîrê Karên Derva Fîdan destnîşan kir li Sûriyeyê di rewşeke ku daxwazên Tirkiyeyê yên ewlehiyê pêk neyên da Tirkiye nikare di ciyê xwe da bisekine.

- Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî: "Mîna salên berê gefên Îsraîlê yên dubare dikin, çav berdide desthilatdariya Sûriyeyê"

Şeybanî balê kişand ser êrîşên Îsraîlê û wiha got, "Mîna salên berê gefên Îsraîlê yên dubare dikin, çav berdide desthilatdariya Sûriyeyê û ewlehiya welatiyên me dike talûkeyê."

Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî diyar kir Durzî perçeyekî civaka Sûriyeyê ne û wiha got, "Niyeteke ku em wan cihê bigirin, tuneye. Ev îdia ya Îsraîlê ye."

- Wezîrê Karên Derva Fîdan digel hevtayê xwe yê Qeterî Al Sanî civiya

Ji aliyeki din, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Dohaya paytexta Qeterê digel Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Muhemmed bin Evdirehman Al Sanî civiya.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên d3iplomatîk hat sitandin Fîdan li Dohayê bi Al Sanî ra civiya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.