Wezîrê Karên Derva Fîdan sibe wê serdana Îranê bike
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê sibe serdana Îranê bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatine sitandin, biryar e ku Wezîr Fîdan sibê li Îranê bi hevtayê xwe Ebas Eraqçî û rayedarên payebilind ên Îranî ra bicive.
Tê payîn ku Fîdan di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Îranî ra derfetên ji bo fonksiyonelkirina bêtir avahiya sazûmanî ya têkiliyên dualî di bin sîwana Konseya Hevkariya Asta Bilind (HLCC) da, ku di sala 2014an da hatiye damezrandin, nîqaş bike. Her wiha tê payîn ku ew amadekariyên civîna nehemîn a HLCC, ku ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan va tê birêvebirin, binirxîne û tekeziyê li giringiya xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan da di warê ewlehî û têkoşîna li dijî terorê da bike.
Serokomar Erdogan herî dawî di 19ê Tîrmeha 2022an da serdana Îranê kir û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî jî herî dawî di 21ê Hezîranê da bi boneya Civîna Wezîrên Karên Derva yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) serdana Tirkiyeyê kiribû.
Civîna heştemîn a Konseya Hevkariya Asta Bilind (HLCC), ku di asta serokomariyê da hate lidarxistin, di 24ê Çileya Paşîn a 2024an da li Enqereyê hatibû lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
